PeyamaKurd – Dewleta Rûsyayê li Qarabaxê noqteyên çavdêriyê yên hêzên aştiyê rakir. Li gor ragihandina Rûsyayê noqteyên li herêmên Askeran, Ağdere û Şûşayê rakiriye. Ragihandin ji terefê wezareta berevaniyê ya Rûsyayê de hat kirin. Li gor ragihandina wezaretê rewş wehaye:
“Li gor peymanên rawestandina şer, jimartina muhîmmatên di depoyên rêxistinên çekdar yên Ermenistanê yên ne rewa dewam dike. Bi hesabê 5 ê Cotmehê; 84 alavên zirxî, 121 alav, 121 alavên parastina hewayî, 96 heb topên sahrayî, roketavêjên pirlûle û topên hawanê, 1 İHA, ji 7 hezarî zêdetir çekên sivik û çekên tanksawaran û li dora 58,5 milyon fişek hatine jimartin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin