PeyamaKurd – Yek ji êrîşkerên ser salona konserê yê Moskovayê di ser hesabê xwe yê Telegramê de ji bo hevalê xwe gotiye; ji bo êrîşê 5.400 dolar pere sitendiye. Êrîşker gotiye ku sîlihan ji kesekî ku nasnake sitendine û berê qet hev nedîne.
Ji bo temîna asayîşa Moskovayê, di dawiya heftê de temamê civîn û ahengên dê bihatina kirin hatin betalkirin. Li çar balafirgehên Moskovayê asta hawarê derxistin asta herî bilind.
Komîta Rûsyayê ya Lêpirsînê dîmenên êrîşê parvekir û delîlên ku xistine destê xwe yên genetik, balistik, şopa tiliyan û temamê dîmenên kamereyan, dest danîne ser wan û vedikolin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin