PeyamaKurd - Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Şaxa Îlamê ya Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li ser sînorê Îlamê tîmeke ji 7 kesan pêk tê ku tê îdiakirin girêdayî partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne, desteser kirine.
Li gorî daxuyaniyê, bi van kesan re çek û teqemenî hatine girtin û wan xwestine "karên têkderane" bikin.
Li aliyê din, berpirsên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ev nûçe bi tûndî red kirin.
Rêvebirê Pêwendiyan ê HDKAyê Amanc Zîbayî û Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husênpenahî diyar kirin ku ev daxuyanî bi temamî derew e, ti bingeha wê nîne û ev tenê wekî hincetekê ji bo zext û tepisandinê tê bikaranîn.