Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Elî Larîcanî û fermandarên Pasdaran hatin kuştin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Elî Larîcanî û fermandarên Pasdaran hatin kuştin

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, daxuyaniyeke giring da û ragihand ku Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di encama operasyoneke leşkerî de hatiye kuştin. Tevî daxuyaniya Îsraîlê jî, heta niha ji aliyê Tehranê ve tu zanyariyên piştrastkirinê nehatine belavkirin.

Larîcanî: Mîmarê ewlehiya rejîma Îranê 

Elî Larîcanî wekî yek ji stûnên herî sereke yên rêveberiya Tehranê tê naskirin. Di serdema Rêberê berê Elî Xamineyî de, Larîcanî mîmariya pergala ewlehiyê ya rejîma Îranê bi rê ve dibir. Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê, Larîcanî di êrîşeke asmanî ya serê sibeha îro (17ê Adarê) de hatiye kuştin.

Derbeyeke Kujer li Fermandariya Pasdaran û Besîcan

Derbeke kujer li Fermandariya Pasdaran û Besîcan ketiye 

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku operasyon ne tenê Larîcanî, lê gelek serkirdeyên din ên leşkerî jî kiriye hedef. Hat ragihandin ku kesên jêrîn jî di vê operasyonê de hatine kuştin:

• Xulamreza Silêmanî: Fermandarê Hêzên Besîc ên ser bi Muhafizên Şoreşê.

• Seyîd Kerîşî: Cîgirê Fermandarê Besîcan.

• Fermandarê Hêza Hewayî ya Fezayê ya Pasdaran (navê wî hîn nehatiye eşkerekirin).

Taktîka ‘Konê Demkî’ bi ser neket 

Li gorî agahiyên leşkerî, fermandarên rejîma Îranê ji bo ku ji şopandina îstîxbarata Îsraîlê birevin, li şûna baregehên fermî di “koneke demkî” de diman. Lê belê, îstîxbarata Îsraîlê cihê wan tespît kir û dema ku hemû li hev civiyabûn, ew xal bombebaran kir.

Ev operasyon wekî yek ji mezintirîn derbên li dijî hiyerarşiya leşkerî û siyasî ya Îranê piştî destpêkirina şerê 28ê Sibatê tê nirxandin. Çav li Tehranê ne ka dê bi çi awayî bersiva van kuştinan bide.