Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên me yên gelek bas û dostane li gel Tirkiyê hene

Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên me yên gelek bas û dostane li gel Tirkiyê hene

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna taybet a bi sernavê “Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û paşeroja Herêma Kurdistanê” ya di çarçoveya Korbenda 2yemîn a Hewlêrê de axivî û got: “Tirkiyê di hemû zehmetiyên me de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye. Hemû partiyan têkiliyên xwe yên siyasî û aborî zêdetir xurt kirine, îradeya wan a pêşketinê heye.”

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ji kêliya yekem ve alîkariya mexdûrên erdhejê dikin û wiha got: “Tişta ku Dezgeha Alîkariya Barzanî û Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê li devera erdhejê kirine cihê şanaziyê ye ji bo me. Di wê baweriyê de ye ku bandoreke erênî li ser têkiliyên Kurd û Tirkiyê dikin."

Çend xalên nirxandinên Serok Nêçîrvan Barzanî ku di civîna taybet a bi moderatoriya Rêveberê Navenda Lêkolînên Rûdawê Ziryan Rojhelatî de axivî, wiha ne:

“Erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê bû felaketeke mezin. Weke Herêma Kurdistanê ji kêliya yekem a erdhejê heta niha me hemû tiştên ku ji destê me tê kirin.

Civîn û konferansên navdewletî yên ku em beşdar dibin ji bo me gelek girîng in ji bo ragihandina nêrîna Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên Iraqê. Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de me gelek hevdîtinên di asta bilind de pêk anîn û me nêrînên xwe ji raya giştî ya navneteweyî re ragihand.

Civaka navdewletî girîngiyeke mezin dide Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Em bûne şahid ku di civaka navdewletî de giringiyeke mezin didin Herêma Kurdistanê û Iraqê. Aramiya Iraqê bandorê li aramiya navçeyê dike û Herêma Kurdistanê jî dikare roleke diyarker di dabînkirina vê aramiyê de bilîze."

"Herêma Kurdistanê dikare roleke girîng bilîze"

"Niha li Iraqê nêrîneke cuda ya welatan heye. Ew dizanin ku li Iraqê pêşketineke aborî û siyasî heye. Herwiha rola Iraqê jî weke roleke gelekî girîng dinirxînin. Herêma Kurdistanê dikare roleke girîng di dabînkirina aramiya navçeyê de bilîze.

Piştî şerê Ukrayna-Rûsyayê, li gelek welatan lêgerînên nû dest pê kirin. 'Hêzên Super' hewl didin koalîsyonên nû ava bikin. Li gorî vê yekê welatî amadekariyên xwe dikin. Bi baweriya min Iraq dikare di vê yekê de roleke girîng bilîze. Herêma Kurdistanê û Iraq di warê enerjiyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatên rojava dikarin di cihekî diyarker de bin."

"Derfetek zêrîn derket holê"

"Heta niha bala hemûyan li ser Rûsyayê bû. Niha, dibe ku ev guhertin. Eger Herêma Kurdistanê û Iraq bikarin xwedî perspektîfeke realîst û ciddî bin û bi hev re kar bikin, bi baweriya min derfeteke zêrîn ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê derketiye ku di kêşeya enerjiya cîhanê de roleke cidî bilîzin.

Iraqê heta niha xebatên siyasî yên baş kirine. Çarçoveya siyaseta Iraqê li ser bingeha pireke ragihandinê ye. Iraq nikare bibe endamê yek ji potan, lê dikare ji bo yekkirina wan tevbigere."

"Wê mezinbûna leşkerî çênebe"

"Nakokiyên li Herêma Kurdistanê nakokiyên siyasî ne. Nakokiyên siyasî bêguman wê nebin sedema mezinbûna leşkerî. Ez ji we re piştrast dikim ku ev ê nebe. Hemû aliyên siyasî, PDK û YNK jî di nav de, demeke dirêj ji vê qonaxê derbas bûne. Bi baweriya min êdî li Herêma Kurdistanê şerê çekdarî çênabe."

“Pêşeroja Herêma Kurdistanê pêşerojeke geş e”

"Bi baweriya min paşeroja Herêma Kurdistanê pêşerojeke geş e. Cihê Herêma Kurdistanê di Destûra Iraqê de hatiye diyarkirin û helbet ev rewş wê venegere berê, lê di cîbicîkirina destûrê de pirsgirêk hene. Ji sala 2023ê ve heta niha me tu cidiyetek derbarê cîbicîkirina Destûrê li Herêma Kurdistanê nedîtiye. Pirs ev e: Iraq ber bi federalîzmeke bihêz ve diçe yan navendîparêziyeke bihêz? Eger federalîzm bi rastî were cîbicîkirin, ne tenê Herêma Kurdistanê, Iraq jî bihêztir dibe."

“Pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê her kes westandin”

"Pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê hemû alî westandin, van pirsgirêkan gel jî westand. Ez difikirim ku dem hatiye ku van pirsgirêkan çareser bikin. Divê pirsgirêkên me yên li gel YNKê jî bên çareserkirin. Bi minasebeta vê forumê ez bang li YNK, Kak Qubad (Qubad Talebanî) û wezîrên YNKê yên di nava hikûmetê de dikim ku vegerin nav hikûmetê."

‘Çareserî ne li derve ye’

"Em fikarên YNKê fam dikin, lê çareserî ne li derve ye. Divê em bên gel hev û van pirsgirêkan di nava Hikûmetê de çareser bikin. Divê cîgirê serokwezîr vegere civînên Civata Kakan û bila vê derfeta zêrîn ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi tiştên biçûk û bê wate ji dest nedin."

"Em atmosferek erênî dibînin"

"Serokwezîrê Iraqê (Sûdanî) 5 meh in li ser kar bûye û heta niha em di hemû astan de atmosfereke erênî dibînin. Di navbera Bexda û Hewlêrê de hevkariyeke baş a ewlehî û leşkerî heye. Divê em bi erênî li wan binêrin. Siyaseta me ya piştgirîkirina Sûdanê heye û em bi biryar in ku vê yekê bikin.

Gelê Iraqî heq dike ku di şert û mercên niha de baştir bijî. Divê karûbar di astek çêtir de bêne nûve kirin. Iraq xwedî nifûsa ciwan e. Divê haya we ji vê hebe."

‘Divê îsal hilbijartin bên kirin’

"Divê em îsal hilbijartinan bikin. Ev mijarek girîng û bandorker e. Divê hemû aliyên siyasî ji bo hilbijartinan hewl bidin. Ev mafê gelê Kurdistanê ye û kes nikare vî mafî ji destê wan bigire. Divê ew bi berpirsiyarî bête kirin. Paşxistina hilbijartinan zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê kêmasiyek e."

"Ger neyê fêmkirin, wê 'rêveberiya sifir' derkeve holê"

"PDK û YNK neçar in li hev bikin ji ber ku tu çareyek din nemaye. Ger neyê fêhmkirin, 'rêveberiya sifir' derdikeve holê, ne 'rêveberiya ducar'. Alternatîfa negihîştina lihevkirinê çi ye? Em di pêvajoyên dijwartir re derbas bûn, rûniştin û pirsgirêk çareser kirin. Ev jî wê çareser bibe ji ber ku ji bilî lihevkirinê tu alternatîvek nîne."

"Li Herêma Kurdistanê û Iraqê tiştekî bi navê 'aborî' tune"

"Ne li Iraqê û ne jî li Herêma Kurdistanê tiştekî bi navê 'aborî' tune. Petrol heye, ev petrol li derve tê firotin û pereyê ku tê, tê belavkirin. Gelo ev yek bi xwe re pêşketina aborî tîne? Nemimkûn. Divê sîstemek ku wê kêmtir girêdayî petrolê be, were fikirîn. Ciwan zanîngehê diqedînin û bêkar dibin. Karkereke me ya jêhatî nîne. Kesên Sûriyeyî û Tirkî karên ku pêwîstî bi hostatî heye dikin. Divê ev bi giranî bên lêkolînkirin."

"Îtxala gaz û elektrîkê ji bo Iraqê re ne maqûl e"

"Rewşa Iraqê wê di demek nêzîk de karesat bibe eger tenê hesabê dabeşkirina pereyên petrolê bike. Li gel van hemû kapasîteyan, ne maqûl e ku Iraq dîsa jî gaz û elektrîkê ji welatên din îtxal bike. Destkeftiyên ku me heta niha bi dest xistine di encama yekîtiyê de hatine bidestxistin. Ger em nebûna yek, me nikarîbû şer bikira û mafê xwe bidest bixista."

"Têkiliyên me yên dîrokî bi Sûriyeyê re hene"

"Têkiliyên me yên dîrokî bi Sûriyê re hene. Sûriyê di rojên me yên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kir. Hafiz Esed deriyên Sûriyê ji Herêma Kurdistanê re vekir. Piştgirî û alîkariya Sûriyê ji me re her tim di hişê me de ye. Li gor nêrîna me pirsgirêka Sûriyê ji pirsgirêka Iraqê cuda nîne û divê ji bo pirsgirêka Sûriyê çareseriyek bê dîtin. Divê ev çareserî jî çareseriyeke aştiyane be. Pirsgirêka Sûriyê bi çekan nayê çareserkirin, lê çareserî siyasî ye."

“Pêşmerge wê bibin yek”

"Proseya yekgirtina Pêşmerge bi awayekî cidî destpê kir. Dibe ku însiyatîfa ne pir bilez bin, lê ev destpêşxerî pir ciddî ne. Koalîsyona Navdewletî bi taybetî jî Amerîka di vî warî de piştgiriya me dike. Pêvajo hêdî hêdî pêşve diçe. Pêşmerge wê bibin yek."

“Pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re gelek baş in”

"Têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re dostane û gelek baş in. Bazirganiya Iraqê bi Tirkiyê re salane nêzîkî 12 milyar dolar e. Tirkiye di hemû rojên me yên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye. Hemû alî dixwazin têkiliyên siyasî û aborî zêdetir pêş bixin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin