PeyamaKurd- Ji aliyê tevkarên Tifaqa Ked û Azadiyê ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku ew ê ji bo hilbijartinên giştî yên ku dê di 14ê Gulanê de li Tirkiye û bakur bên kirin, namzedê Serokomariyê dernexin.
Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji aliyê Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) pêk tê, biryara dawî ya di derbarê namzediya Serokomariya Tirkiyeyê de ragihand.
Hevseroka Giştî ya HDPê Perwîn Buldan, li ser navê tifaqê daxuyanî da û got,
“Kêmtirî 2 meh ji hilbijartinên herî xeternak ên dîroka Tirkiyeyê re man. Em di qonaxeke dîrokî ya ku dê pêşeroja welat û civakê diyar bike re derbas dibin. Di bergeha sedsala duyemîn a komarê de wê 13emîn Serokomar bê hilbijartin û parlamento dê ji nû ve bê avakirin.
Wekî welat û civak em ê sibeha 15ê Gulanê bi hêviyê hişyar bibin. Hêzên ku dê guhertina demokratîk pêk bînin, di meclîsê de piraniya dengan bi dest xistin, wekî îradeya bingehîn a çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ku li meclise tê dîtin, hemû muxatab li ser eksena diyalogeke zelal, hesret û daxwaza hemû mirovên me yên xwedî wijdan e ku bi awayekî azad nîqaşan pêk bînin û wekheviyê ava bikin. siberoja azad û aştiyane ji bo welatiyan e.”
Hevseroka HDPê Buldan got, "Em ê di hilbijartinên Serokomariyê de berpirsyariya xwe ya dîrokî ya li hember desthilatdariya yek zilamî bi cih bînin. Em bi biryar in ku ji bo pêkanîna demokrasî, maf û azadiyên bingehîn û edaleta civakî ya li welat, ji vê hikûmeta ku li ser esasê xizanî, gendelî, talan û rantê rêveberiyeke li ser esasê xizanî, gendelî, talan û rantê diparêze, berpirsyarên wêraniya mezin bipirsin.
Ji ber van sedeman em bi raya giştî re parve dikin ku em ê di hilbijartinên Serokomariyê de namzed dernexin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin