PeyamaKurd - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan di axaftina xwe ya îro 15ê Sibatê ya Parlamentoya Tirkiyê de, rexne li deshilatdariya AKP-MHPê girtin û got, siyaseta şer a Tirkiyê rê li ber şirîkayetiya çete, mafya û DAIŞê vekiriye.
Pervin Buldan got ku siyaseta dijî Kurdan berdewam dike têk çûye û ji her alî ve hilweşiya ye.
Hevseroka HDPê Buldan diyar kir: “Derfeta Tirkiyê hebû ku bi aştiya Kurd û Tirkan li Rojhilata Navîn pêşengiyê bike. Lê ji ber siyaseta xwe ya şer Tirkiye kirin navendeke çete, mafya, El Nusra û DAIŞê. Serokê DAIŞê 4 kîlometre dûrî xaleke ku di kontrola Tirkiyê de ye hat kuştin. Kesê ji bo cihê wî jî hatibû diyarkirin dîsa 1.5 kîlometre dûrî sînor hat kuştin. Yê piştî wî jî li aliyê hundirê sînor derkeve divê kes matmayî nemîne. Çeteyên ku sînorên Tirkiyê ji bo xwe wek cihekî ewle dibînin wêrektiya xwe ji polîtîkaya dijminatiya Kurdan distînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin