Esed ji bo Komkara Erebî hate vexwendin

Esed ji bo Komkara Erebî hate vexwendin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ku ji bo Lûtkeya Komkara Erebî hate vexwendin.

Li gorî medya Sûriyê, balyozê Behreynê yê li Şamê Wehîd Mubarek Seyar, peyama qralê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe pêşkêşî Esed kir ku tê de Esed ji bo lûtkeya 33yan a Encûmena Komkara Erebî hatiye vexwendin.

Encûmena Komkara Erebî 16ê Gulanê li paytexta Behreynê Manamayê tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye, piştî 11 salan ji cemidandina nûnertiya Sûriyê ya di Komkara Erebî de, Esed par cara yekemîn beşdarî lûtkeya Komkara Erebî bûbû ku li Erebistana Siûdî hatibû lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin