PeyamaKurd - Hat îdiakirin hêzên rejima Beşar Esed li herêma Girên Golanê ya di navbera sînorê Sûriye û Îsraîlê de ye cihekî çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku vala ye bi dest xistin.
Li gor nûçeya rojnameya Times of Israelê, hêzên rejimê li herêma tampon a di navbera Girên Golanê ya ku ji hêla Îsraîlê va hatiye dagirkirin û di bin kontrola Sûriyeyê de ye cihekî çavderiyê ya Hêzên Çavderiyê ya Agirbestê ya NYyê (UNDOF) bi dest xistin.
Di nûçeyê da hat gotin li vî cihê ku vala ye hin xebatên binesaziyê hatine tespîtkirin.
Artêşa Îsraîlê jî der barê nûçeyê da daxuyaniyek da û got "Li cihê çavdêriyê xebatên binesaziyê nîşan dide ku Peymana Vekişînê ya Hêzan bi cidî û eşkere hatiye binpêkirin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo ku hêzên Esed ji vir derxistin Îsraîl dikare şer bike û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li herêma tampon şopandina hêzên eskerî û li hember wan gav avêtin di bin berpirsyariya UNDOFê da ye. Îsraîl bibiryar e ku li herêmê eskeran bi cih bike."
Di sala 1967an de Îsraîlê di Şerên Şeş Rojan de Girên Golanê dagir kiribû. Di sala 1973yan de di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de şer derketibû û Sûriyeyê ji sedî 5ê vê herêmê paşve hildabû. Di sala 1974an de di navbera herdu welatan de herêmeke tampon hatibû avakirin. UNDOF jî ji bo ku Peymana Vekişînê ya Hêzan ya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê da bişopîne li herêmê ye. Ji Nîsana 2018an vir va li Fijî, Îrlanda, Hindistan, Nepal û Ganayê hezar û 112 wezîfedarên UNDOFê wezîfe dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin