PeyamaKurd- Li welatê Çînê li eyaleta Hûnanê bi sedema barana zêde lehî rabû û di encamê de herî kêm 17 kes mirin. Gelek kes jî wenda ne. Li gor ragihandina rêvebiran li eyaletê; li dora 470 hezar kes mecbûr mane malên xwe terk kirine û 180 hezar jî pêdiviya wan bi alîkariyê heye.
Ne tenha li eyaleta Hûnanê lê li eyaleta rojhilatê Çînê li eyaleta Jiangxi, lehî bandorê li 330 hezar kesî kiriye û ji 10 hezarî zêde kes xaniyên xwe terk kirine. Li herêma otonom li Guangksi Zhuangê ku dikeve başûr, lehiyê li 360 hezar kesî bandorê kiriye û 35 hezar hektar arazî zerarê diye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin