PeyamaKurd- Berya cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence here Tirkiyê, serokê Amerîkayê Trump ragihand ku Pence nikaribe tayîp Erdoğanê serokê Tirkiyê razî bike, dê dorpêçên herifîner deyne ser Tirkiyê. Trump weha got:
“Mike Pence dertê rê. Mike Pompeo niha li cem meye û wê ew jî di hevdîtinan de amade be. Li wê derê mirovên me yên mukemmel hene. Ez li biryara Erdoğan şaş nemam. Demeka dirêj bû dixwest vêya bikira. Em çima axa Sûriyê diparêzin? Esed ne dostê me ye. Kurd jî ne melaîketin. Bo Sûriya ku dostê me nîne, em bi hevkarê xwe yê NATO yê re şer bikin? Di mijara terorê de PKK bi îhtîmaleka mezin xerabtire. Tehdîda wan ji gelek layan de ji ya İŞİDê xerabtire.”
Trump got ku di herêmê de herkes ji İŞİDê nefretê dike. Rûsya, Îran, Sûriye.. Belkî hinek kêmtir Tirkiye. Lê wê derê herêma wan e. Em 7 hezar mîl ji wan dûr in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin