PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser nûçeyên medya rûsî ku hatiye îdia kirin, HSDê şervanên xwe ji bo alîkariya Ukraynayê şandine daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Hin dezgehên çapemeniyê nûçeyên cuda û nerast têkildarî tevlîbûna şervanên me di şerê li Ukraynayê de belav kirin. Em destnîşan dikin ku ev nûçe derew in û bingeha wê tune ye. Hin jêderên eşkere û erzan mîna van nûçeyên derew belav dikin.”
Hate destnîşankirin, “Tevgerên îdiakirî, ne li gorî xebatên nîştimanî yên têkoşîna HSDê ne ku ji bo parastina herêmê û niştecihên wê dimeşîne. Hêzên me bi dozên derveyî Sûriyeyê re eleqedar nabin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin