Xelata Astî, Demokrasî û Dostaniyê, Dayikên Astiyê û Kadir Înanir wergirtin

Xelata Astî, Demokrasî û Dostaniyê, Dayikên Astiyê û Kadir Înanir wergirtin

PeyamaKurd - Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê ya îsal, “Dayikên Aştiyê” û Kadir Înanir wergirtin.

Odeya Tebîbên Amedê her sal “Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê” dide û îsal jî, Dayîkên Aştiyê û hunermend Kadir Înanir hêjayî xelatê hatin dîtin.

Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê, bo kesên ku di rêya aştî, demokrasi û dostaniyê de kedê didin tê dayîn.

Serokê Odeya Bijîşkên Amedê Mehmet Şerif Demir got, îro Dayikên Aştiyê û Kadir Înanir tên xelatkirin lê di şexsê wan de, hemû kesên ku di rêya aştiyê de têdikoşin, ji ber aştixwaziyê têne sizadan jî tê dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin