PeyamaKurd - Îro şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li şandeyeke bilind a leşkerî ya hêzên hevpeyman a çaksazî, perwerde û rahênana hêzên Pêşmerge kir.
Di hevdîtinê de li gel helsengandin bo mekanizmaya dawî û rêveçûna proseya çaksazî û rêkxistina wezareta Pêşmerge, egera serî rakirina DAIŞ û pêşketina tevgera wan hat gotûbêj kirin.
Herwaha Mesrûr Barzanî spasiya hewldanên hevpeymanan kir û hêviya berdewamiya alîkariyên wan xwest. Bi taybet di warê çaksazî û rêkxistina wezareta Pêşmerge de. Herwaha bo rêgirtin li metirsî û gefên terorîstan, alîkariya hemû aliyan ve û ava kirina bingeh di warê asayî kirin û çareseriya pirsgirêkên siyasî, îdarî û destûrî jî pêwîst zanî.
Ji aliyê xwe ve şandeya mêvan jî diyar kirin ku dê alîkariya zêdetir bo hêza Pêşmerge û bo pêşde birina proseya çaksazî û rêkxistina wezareta Pêşmerge piştevaniya xwe bo hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge, hêzên hevpeyman û hêzên Iraqî li hemû navçeyan jî ragehand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin