PeyamaKurd – Berdevkê meclisa leşkerî yê bajarê Idlibê ku bi ser HSD ê ve ye, Mehmûd Hebîb li ser zordayîna ser her dû hêzan got:
“Hun û artêşa Sûriyê, hun ê di nav 24 sietan de ji ser axa di bin kontrola me de vekişin.”
Piştî hevdîtina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoağan bi serokê Rûsyayê bi Putin re, Putin adresa çareseriyê Şamê nîşan dabû. Tirkiye bi Şamê re niha têkiliyên xwe baş dike û li aliyê dinê êrîş dibe ser HSD ê û bi taybetî PYD ê. Hem Tirkiye dixwaze muxalefeta bi desteka xwe û Şamê nêzî hev bike.
Li ser mijarê Mehmûd Hebîb ku berdevkê meslisa Idlibê ye û hem fermandarekî yên tûxayên Şam a Demokratîke, ragihand ku piştî van bûyeran bi Rûsan re hevdîtinekî kirine. Hebîb weha got:
“Hevalên me ji navbeynkarên Rûs re aşkera gotin ku ber li êrîşên Tirkiyê negrin, li ber me du bijartek hene. Ya wê bi îşxalê razî bibe an em ê herêmê bidin Sûriyê. Helbet wê rewşa herêmê ji herêmên îşxalkirî baştir nebe. Wê malên hemwelatiyan bê talankirin û dizîn. Wê hemwelatî koç bikin.
Rûs tercîha me pirsîne. Eger wisa be, wê Rûsya û hêzên rejîmê di nav 24 sietan de terka herêma me bikin. Em nikarin îznê bidin ku şadihên sexte di herêma me de bimînin. Tirkiye li ser axa dagirkirî şahidekî sexte ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin