Dadgeha Navdewletî ya Cezayê endamtiya Ermenistanê pejirand

Dadgeha Navdewletî ya Cezayê endamtiya Ermenistanê pejirand

PeyamaKurd – Piştî ku di dengdana li Parlamentoya Ermenistanê de, endamtiya Dadgeha Cezayê ya Navnetewî hate pesendkirin, Dadgeha Cezayê jî endamtiya Ermenistanê pejirand.

Berpirsyarê Ermeniyan ê ji karûbarên edaletê yên navneteweyî Eghiş Kirakosyan diyar kir ku li dijî Azerbaycanê tevlîbûna Ermenistanê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dê bibe garantiyeke mezin ji bo Ermenistanê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Ermenistanê piştî ku garantiyên ewlehiyê di şerê Azerbaycanê de ji bo Ermenistanê bicih neanîn, Ermenistanê jî biryara wiha da ku li gorî biryara Dadgeha Navdewletî ya Cezayê daye, Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn li welatê ku biçiyê wê bê girtin.

Kremlînê di daxuyaniyekê de daxwaza endamtiya Dadgeha Cezayê wekî helwesteke dijminane nirxandibû û îro 3yê Cotmehê jî Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, endamtiya Dadgehê wekî biryareke şaş a Ermenistanê şîrove kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin