Li Amerîka damezrînera foruma 'Misilman û Cihûyan' bi kêrê hate kustin

Li Amerîka damezrînera foruma 'Misilman û Cihûyan' bi kêrê hate kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li eyaleta Michigan a Amerîkayê termê jineke cihû ya bi kêran hatiye parçekirin hate dîtin.

Li gorî ragihandina medya Amerîkî termê jina bi navê Samantha Woll ku temen 40 salî bû û seroka yek ji perestgeha navdar a cihûyan bû li eyaleta Michigan a Amerîkayê, ji aliyê karmendê olî ve termê wê li derveyî mala wê hatiye dîtin.

Polîsê Amerîka ragihandiye, heta niha diyar nebûye bê Samantha ji aliyê kîjan kes û komê ve hatiye kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Samantha Woll di heman demê de damezrênera foruma Musilman û Cihûyên Detroitê bû ku ew rêxistineke başkirina pêwendiyên navbera Musilman û Cihûyan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin