PeyamaKurd – Serokê dezgeya paqijkirina ji mayinan Cebar Mustafa ji bo k24ê ragihandiye ku li gor Peymana Ottawayê; diviya heya sala 2018an Iraq û Herêma Kurdistanê ji mayinan û bermayiyên şer bihata paqijkirin. Cebar Mustafa, ji bo K24ê weha axifiye:
“Li gor Peymana Ottawayê; diviya heya sala 2018an Iraq û Herêma Kurdistanê ji mayinan û bermayiyên şer bihata paqijkirin lê ji ber tehdîda DEAŞê, ewlehî, siyasî û rewşa leşkerî, pêvajo nehat temamkirin.”
Cebar Mustafa gotiye ku pêvajo piştî sala 2018an û bi şûnde li Iraqê û Kurdistanê 10 salên din jî hat dirêjkirin û paqijkirina mayînan jî karekî gelek zahmete. Cebar Mustafa weha dewam kiriye:
“Ji ber sehayên mayînkirî, piraniya wan li çiya û ser deverên sînorin, xebata paqijkirina mayînan li Kurdistanê gelek zahmete. Divê 200 km2 erd ji mayînan paqij bibe û hebûna van mayinan li herêmê, ji bo xelkê li van deveran dijîn, tehdîde.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin