Felah Mustafa li ser seredana Tom Barrack ya Iraqê û Kurdistanê daxwuyaniyan da

Felah Mustafa li ser seredana Tom Barrack ya Iraqê û Kurdistanê daxwuyaniyan da

PeyamaKurd – Şêwirmendê serokê Herêma Kurdistanê Felah Mustafa li ser seredana nûnerê taybet yê DYA yê ji bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack daxwuyaniyan da Rûdawê. Felah Mustafa ragihand ku rast nîne Tom Barrack dixwaze Herêma Kurdistanê qels bike û DYA Erbîlê wekî dost û hevparê xwe dibîne.

Şêwirmendê karên derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mustafa behsa ziyareta Tom Barack ya Bexdayê û Erbîlê kir û behsa nêrîna Amerîkayê ya li hukumeta Iraqê û pêşdeçûnên li Rojavayê Kurdistanê kir.

Felah Mustafa ragihand ku rast nîne Tom Barrack li Iraqê navendîtiyê diparêze û dixwaze Herêma Kurdistanê qels bike. Ev şirove rast nînin û Felah Mustafa di axaftina xwe de weha dewam kir:

“Bi eksa van gotinan, di hevdîtinên di seredana Herêma Kurdistanê de gelek baş û erênî bû. Têgihiştina Barrack di derbarê rewşê de gelek rast bû. DYA, Herêma Kurdistanê dost û hev kar dibîne. Bende ne ku Herêma Kurdistanê ne tenê li Iraqê lê li temamê herêmê roleka zêde bileyîze.”

Amerîka hukumeta nû ya Iraqê ya di bin serokwezîrtiya Ali Zeydi de destek dike, dixwaze pêwendiyên di navbera Iraqê û Kurdistanê de xwurttir bibin, ber li veberhênanên aborî vebe û ev jî ji bo îstîqrarê şert e. Felah Mustafa li ser grûbên çekdar yên di derveyê dewletê de got:

“Amerîka dewletekî stratejik e. Dixwaze tenê sîlih di destê dewletê de be. Ji pêngavên terefên sîlihên xwe teslîm kirine, ji wan razîne. Lê pêvajo hinek tevliheve û dê teslîmkirina çekan wext bixwe.”

Li ser hevdîtina Tom Barrack bi Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî re Musfata Felah got ku her sê, (Barrack-Mezlûm Ebdî-Nêçîrvan Barzanî) civînekî sêqolî kirine û di civînê de li ser pêvajoya siyasî axifîne. Li ser hevdîtina HSDê û Şamê jî Felah Mustafa got:

“Her dû teref jî girêdayê peymanên hatine kirin in. Mafên Kurdan, perwerda bi Kurdî û di mijara tevlîbûna Kurdan ya îdarê de têgihîştinekî heye. Welew pêvajo car cara hêdî bimeşe jî, gavên avêtine biçûk nên dîtin. Rêzdar Tom Barrack astengiyên li pêşiya bicîhanîna peymanan not girt û ji bo çareseriya wan dê bi terefan re bixebite.”

Felah Mustafa got ku Barrack bi peyamekî taybet hatiye seredana Herêma Kurdistanê û dewam kir:

“Rêzdar Barrack silav û rêzên serok Trump ji bo serokê Herêma Kurdistanê ragihand. Razîbûna xwe û dîtina xwe ya wekî dost ya Herêma Kurdistanê ragihand.”

Felah Mustafa her weha got ku wê serokwezîrê Iraqê bi heyetekî re di 15ê Tîrmehê de seredana DYAyê bike lê wê Herêma Kurdistanê di heyetê de temsîlekî çawa bike, dê di rojên pêşiya me de zelal bibe.