Restorasyona Kela Hewlêrê destpê kir

Restorasyona Kela Hewlêrê destpê kir

Peyama Kurd - Kela Hewlêrê ya qedîm ku yek ji Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê ye, ji bo restorasyoneke berfireh deriyên xwe ji serdanan re girt.

Hat ragihandin ku li meydana herî girîng a Kelehê xebatên restorasyon û temîrkirinê hatine destpêkirin.

Jîngeha li ser kela Hewlêrê ku yek ji avahiya herî kevn a cîhanê ya ku hê jî mirov lê dijîn, xebatên tamîr û sererastkirinê dest pê kirin.

Di xebatên ku ji alî pispor û 70 karkeran ve tê bi rêveberin de xebatên binesaziyê yên wekî danîna rê, xetên av, kanalîzasyon û elektrîkê yên di binerdê bi dawî bûne.

Tê payîn ku xebatên tamîrkirin û restorekirina rêyên Kelê di meha Adarê de biqede, lê belê beşên kelê yên hatine restorekirin wê  beş bi beş deriyên xwe ji geştiyaran re veke.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin