PeyamaKurd – Şaredarê Amedê yê berê û parlementerê bajarê Rihayê yê berê Osman Baydemir ragihand ku wan piştî 7 ê hezîrana 2015 yan an ku piştî hilbijartinan wan ji Recep Tayip Erdoğan re xeberê şandiye û weha got:
“Bi şertê ku pêvajoya çareseriyê dewam bike, em dikarin destekê bidin hukumeta AKP-CHP ê an em dikarin destekê bidin hukumeta kêmjimare. Eger vana nebin, bê em bazariya wezaretan bi we re bikin, bi şertê dewama pêvajoya çareseriyê û destûra nû, em dikarin bi hevre koalîsyonê ava bikin.”
Osman Baydemir ragihandina xwe ne li ser navê partiyê lê li ser navê xwe kiriye û di dîroka nêzde bûyera herî mezin ya siyasî muzakereyên pêvajoya çareseriyê ye. Di mijara ku AKP bo çi pêvajoyê qedandiye de weha gotiye:
“Mijara ku Selahattin Demirtaş gotiye ‘em ê ti carê bi hukumetê re koalîsyonê ava nekin’ û di pey de Erdoğan güzergâha xwe guhertiye, bi temamî derewe û ez şadihê vê mijarê me.
Piştî hilbijartinên 7 ê hezîranê, di wê wextê de hevserokên me Demirtaş û Figen Yüksekdağ û hinek parlementerên me û wekîlên serokên grûbên me em civiyan û me şêwra pêvajoyê kir.
Me li gor xwe tesbîtên ku welet, dê bi wan re rû bi rû bimîne kir. Di encamê de me biryarê girt ku em nûnerê xwe bişînin cem Erdoğan. Li ser vê biryarê birêz Celal Doğan bi Tayip Erdoğan re hevdîtinekî kir. Texmîna min dawiya hezîranê an serê temmûzê bû. Teklîfa me bo Erdoğan weha bû: Eger li îrada xelkê ya ku di hilbijartinan de encam daye rêz neyê girtin, em endîşe dikin ku welat ber bi reşayiyê de here.
Bila pêvajoya çareseriyê dewam bike, her çi dibe bila bibe em amade ne destekê bidin we. Şertê me ew e. Eger AKP bixwaze bi CHP ê re koalîsyonê deyne, em ê ji we daxwaza kursî, sandalye an di burokrasiyê de ciyekî nexwazin û destekê bidin we. Bes nehêlin ku zemîna şerekî çêbibe.
Teklîfa me ya duyê desteka hukumata kêmjimare bû. Eger wan bi CHP ê re lihev nekir, dîsa bi şertê ku rê nedin şer, bê em tiştekî ji hukumetê bixwazn em destekê bidin hukumetê. Teklîfa sêyem ew bû eger hun her du rêyan nikarin bimeşînin, bila car din pêvajoya çereseriya aştiyê bêparastin, bila destûra nû bê derxistin, em amade ne bi were koalîsyonê deynin. Ev her sê daxwazên me bo Erdoğan çûn. Bersiva ku dane me Tirkiya îro ye. Ji me re got: ‘hun ê bibînin’ û ev welat giha vê encamê îro.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin