Li Silêmaniyê teqînek çêbû

Li Silêmaniyê teqînek çêbû

PeyamaKurd – Di kargeheke li sînorê parêzgeha Silêmaniyê de, teqînek çêbû û li gor amarên destpêkê, kesekî can da û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor rêveberê navenda beşa lezgîn (122) a Silêmaniyê Saman Nadir diyar kiriye: ‘‘Îro 15.04.2021ê li kargeheke Tancero ya li bajarê Silêmaniyê, teqînek çêbû û ji ber wê jî 4 kes birîndar bûn, lê pişt re yek ji birîndaran can da.’’

Herwiha daye zanîn: ‘‘Hîn bi fermî sedema teqînê nehatiye ragihandin.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin