PeyamaKurd – Li Sûriyê hilbijartina serokkomariyê çêbû bû û îro Beşer Esed di merasima sonxwarinê de bang li muxalifên xwe yên li derveyê welat kir. Esed 21 sale serokê Sûriyê ye.
Esed li Şamê di Koşka serokatiyê de li ser destûr û Quranê sondê xwar. Di merasimê de 600 kes ji kesayetiyên olî, parlementer, pilebilindên artêşê, karsaz, akademisyen û rojnamevan hebûn.
Hilbijartin di 26 ê gulanê de çêbûn û tenê li deverên di bin destê rejîmê de çêbû. Li gor fermiyeta Sûriyê Esed % 95.1 dengan sitendiye. Ji ti welatî çavdêrên hilbijartinê tinebûn.
Esed di axaftina xwe de got ku tevî dorpêçên rojava li ser Sûriyê hene, dixebite da zahmetiyan derbas bike. Esed bang li muxalifên xwe yên li sirgûnê kir û weha got:
“Ez bang li herkesê ku li ser baweriya ‘dê ev dewlet bikeve’ diketin behsê, ez bang li wan dikim da vegerin welatê xwe.”
Di şerê Sûriyê de heya niha li dora 500 hezar kes mirine û bi deh hezaran kes wendane. Nêzî nîvê nûfûsa Sûriyê ya berya şer, di nav welat de cîh guhertin an derketin derveyê welat. Li gor rêjeyên NY niha xelkê Sûriyê %80 yê wê di sînorê birsê de dijî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin