PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Polanda yê li Iraqê Marcin Kubiak kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de behsa pêşxistina zêdetir a pêwendiyên Polanda yên bi Iraqê û Herêma kurdistanê re hatiye kirin û Balyozê Polanda yê li Iraqê amadehiya welatê xwe ji bo baştirkirina pêwendîyên bi Herêma Kurdistanê re û bi taybetî jî di warê bazirganî û alîkarîkirina hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna nexweşiya Koronayê nîşan da.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, di çarçoveya karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, kar ji bo berfirehkirina aborî û jêderên dahatê dikin û girîngiya mezin didin karta çandiniyê, bi taybet ku li Herêma Kurdistanê derfeta wê heye, di warê çandiniyê de bibe selika xureka Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin