Nêçîrvan Barzanî du zarokên Êzidî ji Enqerê bi xwe re tîne Hewlêrê

Nêçîrvan Barzanî du zarokên Êzidî ji Enqerê bi xwe re tîne Hewlêrê

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku digel şandekê ji bo serdaneke yekrojî li paytexta Tirkiye Enqerê ye, bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bi qasî saetek û nîvê li Koşka Serokomariyê hevdîtinek pêk anî.

Nêçîrvan Barzanî beriya wê hevdîtinê jî îro danê sibê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiyabû û gelek babetên têkildarî herdu aliyan hatibûn gotûbêjkirin.

Piştî civînê hatibû ragihandin ku herdu aliyan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan kiriye.

Dema ku şanda Kurdistanê li Enqerê danûstandinên xwe berdewam dikir, Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku wê Nêçîrvan Barzanî du zarokên êzidî (keç û kurek) yên ji aliyê terora DAIŞê ve hatibûn revandin û piştre ew anîbûn Tirkiyê, piştî danûstandinên bi aliyê tirk re bi xwe re werîne Hewlêrê û radestî malbatên wan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin