“Sêwra me bi wezîrê Tenduristiyê re dewam dike”

“Sêwra me bi wezîrê Tenduristiyê re dewam dike”

PeyamaKurd- Wezîrê perwerdê yê Tirkiyê Ziya Selçuk di mijara tatîla dibistanan de ragihand ku şêwra navbera wan û wezareta tenduristiyê dewam dike. Ziya Selçuk di mijara bi sedema koronavîrusê de, wê dibistan bên tatîlkirin an na de, peyamekî di ser hesabê xwe yê twitterê de belav kir. Selçuk di peyama xwe de weha got:

“Di çarçoveya tedbîrêl li hemberê koronavîrusê de, bo plankirina dibistanên me, şêwra me bi wezareta tenduristiyê re dewam dike. Ji bilî beyanên fermî bila ti welatiyekî, di mijara plankirina tatîla dibistanan de, bi agahiyên din bawer neke.”

Wezîrê tenduritiyê jî heman peyamê di komisyona tenduristiyê ya meclisa Tirkiyê de dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin