Li Danîmarka êrîsê AVM ê kirin: 3 kustî û 4 birîndar

Li Danîmarka êrîsê AVM ê kirin: 3 kustî û 4 birîndar

PeyamaKurd – Li payîtexta Danîmarka Kopenhagê di avahiya bazirganî (AVM) de dengê sîlihan hat û li ser teqîna sîlihê muşterî reviyan. Êrîşker bi çekê li der û dora xwe dixist û kî bikeve berê, bera wî dida. Di encamê de 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.

Li ser bûyerê gelek polîs û ambûlans çûn ciyê bûyerê. Berdevkê polîsê Kopenhagê Soren Thomasse ragihand ku 3 kes mirine û 4 kes birîndar bûne ku di nav wan de 2 kes ji wan hemwelatiyên Îsweçê ne. Di êrîşê de gelek kes hene ku sivik birîndar bûne.

Thomasse ragihand ku êrîşker di wexteke kurt de hatiye girtin û tevger ne ya terorêye. Êrîşker 22 saliye û nasnama wî nehat aşkerakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin