PeyamaKurd - Baregeha Barzanî bi helkefta koça dawî ya Hunermendê Kurd ê naskirî Cafer Mamlê di temenê xwe yê 79 saliyê de li bajarê Mehabadê, peyameke serxweşiyê belav kir.
Di peyameke sersaxiyê da Baregeha Barzanî ragihandiye û diyar kiriye ku malbata Mamlê xizmeteka berbiçav a hunera kurdî û stranên resen ê kurdî ya milletê me kirine.
Peyama Sersaxiyê ya Baregaha Barzanî wiha ye:
“Hêjayên malbata hunermend Cafer Seîdê Mamlê bi dilgiranîyeka zêde me koça dawî Caferê Mamlê kurê Seîdê Mamlê û birayê rehmetiyê Mihemed Mamlê bihîst.
Malbata Mamlê xizmeteka berbiçav a hunera kurdî û stranên resen ê kurdî ya milletê me kirine.
Bi vê boneyê serxweşiya xwe arasteyî malbat xizmê malbatê dikin û hewxemên we û hunermendên Kurdistanê ne. Rehma Xwedê lê be û Xwedayê mezin rehmetî bi behişta xwe nazil bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin