Zîndaniyên li Hekkariya pêsengehekî sazkirin

Zîndaniyên li Hekkariya pêsengehekî sazkirin

PeyamaKurd- Zîndaniyên di zîndana bajarê Hekkariya de pêşengeheka wêne û hunerên destî vekirin. Pêşengeh dê heya hefteyekî dewam bike û her kesê bixwaze bibîne wê karibe here pêşengehê.

Li dora 50 heb zîndanî du hefteyan xebat kirin da berhemên xwe deynin pêşengehê. Rêvebirê zîndanê weha ragihand:

" Pereyê ku ji pêşengehê bê qezenckirin wê bo pêdiviyên zîndaniyan bê xerckirin. Xebatên weha di zîndanê de her dewam dikin. Em di heman demê de hilberînên mobîlya, tekstîl û berhemên ji ard çêdikin. Atolya me heye. Zîndanî hem pêdiviyên xwe bi perê wan temîn dikin û hem bi malbatên xwe re alîkariyê dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin