PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin diyar kir ku li Filistînê sivîl bê navber hatin qetilkirin û got, "Tu hincet ji bo bûyerên tirsnak ên li Şerîda Xezayê ku bi sed hezaran mirovên bêguneh hatin qetilkirin, tuneye.”
Vladimir Putin, di civîna ku li balafirgeha Komara Xweser a Daxistanê ya Federasyona Rusyayê hat lidarxistin de li ser şerê navbera Hamas û Îsraîlê axivî.
Putin destnîşan kir ku qeyrana nû ya li Rojhilata Navîn bi êrîşa li dijî Îsraîlê dest pê kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Mixabin em jî dibînin ku li şûna sizakirina sûcdar û terorîstan, prensîba berpirsiyariya kolektîf ji bo tolhildanê tê bikaranîn. Bûyerên tirsnak ên liŞerîda Xezayê ku bi sed hezaran mirovên bêguneh bi awayekî bêserûber hatin kuştin, tu hincet nîn e. Cihê wan ê ku ji bombardûmanê birevin û xwe veşêrin tuneye."
Vladimir Putin, ji ber mexdûrên sivîl ên li Filistînê dilgiraniya xwe anî zimên û got, " Dema mirov li zarokên bi xwîn, zarokên mirî, jin û kal û pîran dinihêre, mirov diêşe. Xebatkarên tenduristiyê çawa dimirin, helbet kulmên xwe digirin û hêsir ji çavên we tên. Ji bo derbirîna vê hestê tu rêyek tuneye. Divê em fêm bikin bê ka kî bi rastî li pişt trajediyên ku gelên Rojhilata Navîn û deverên din jiyaye, kî kaosa kujer organîze dike, kî jê sûdê werdigire.
Desthilatdariya heyî ya Amerîkayê û peykên wan mezintirîn in, ji bêîstiqrariya cîhanî sûdê werdigirin û dahatên xwe yên bi xwîn jê distînin."
Serokê Rusyayê tekez kir ku Amerîka wekî hêzeke cîhanî lawaz bûye û ji ber vê yekê hewil dide bi kaosê li hevrikên din, di nav wan de Rusya, bêîstiqrariyê çêbike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin