PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser pejirandina budçeya sala 2021ê ya Iraqê, peyamek belav kir.
Peyama Nêçîrvan Barzanî ya di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin wiha ye:
Bi helkefta pesendkirina budçeya Iraqê ve, pîrozbahiyê li gelê Iraqê û destxweşiyê li Serokayetî û hemû fraksiyonên Encumena Nûneran dikim. Hewlên Serokwezîr birêz Mistefa Kazimî ya ji bo kêmkirina nakokiyan û rêkeftinê, cihê rêz û spasiyê ne. Ji bo çareserkirina kêşeyan û aramî û avadanî û paşerojeke baştir, Iraq pêwîstî bi alîkariya hevbeş û karê pêkveyî heye û divê em hemû piştevaniyê li vê arasteyê bikin.
Destxweşiyeke taybet li birêz Qubad Talebanî Serokê Şanda Danûstandinkar a Hikûmetê dikim ku li gel endamên şanda Herêma Kurdistanê bi behnfirehî û serkeftiyane danûstandineke dijwar derbas kir. Destxweşiyê li fraksiyonên Kurdistanî dikim ku hevkar û piştevanê hev du û şanda Hikûmetê bûn, ji bo cîgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê di budçeya Iraqê da.
Hêvîdar in hemû aliyek pêgirê yasayê bin. Pejirandina budçeyê dikare destpêkeke baş û handerê çareserkirina kêşeyên din ê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bê. Bicîhkirina yasayê, dibe sedema bihêzkirina proseya siyasî û pêkvejiyanê û çespandina mafê welatîbûnê ji bo hemûyan. Dergeha guftûgoyeke berhemdar ji bo hemû aliyan vedike, heta ku pêkve bi navê aramî û avadanî û pêşketina li welat de kar bikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.04.2021
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin