PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Îdlîbê, rêxistina Heyetî Tahrîrî Şam, 8 rêvebirên DEAŞê bi saxî girt û wan gulebaran kir. Serê Tahrîrê, rêxistina El Nusra dikşîne.
Hat ragihandin ku van rêvebirên DEAŞ ê berê li hemberê HTŞ yê kuştinên sûîqastî kirine û di hinek êrîşan de cîh girtine. Lewra ji aliyê HTŞ ê ve hatine kuştin.
HTŞ van DEAŞ iyan li navçeya Sarkipa bi ser Îdlîbê de girtine, birine goristaneka li derveyê bajêr û wan gulebaran kirine. Di nava gulebarankiriyan de Ebû Eyhem el Humusî heye ku tê gotin ew berpirsê DEAŞê yê Hûmûs, Hama û Bakûrê Sûriyê ye.
Meha borî DEAŞ jî 3 endamên HTŞê girtibûn û qirika qan jêkiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin