PeyamaKurd – Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkcîyê dostê Kurdan di nivîsara xwe ya dawî belav kiriye dike, balê dikişîne ser êrîşên çekdarên PKKê yên dijî hêzên Pêşmerge û destwerdana wê ya bo alozkirina xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê û dibêje, ew dijayetî bo nehiştina statuya Herêma Kurdistanê tê kirin.
Beşîkcî di nivîsara xwe ya bi sernavê ‘Têkdana destkeftên Kurdan, xirabkirina statuya Herêma Kurdistanê…” de, bi nûçe û raportên demên dawî êrîşên PKKê û propagandaya medya wî rêz dike.
Beşîkcî balê dikişîne ser têkiliya PKKê bi Heşda Şabî ya îranî re û wiha dibêje:
“Heşda Şabî rêxistineke dijî Kurd û Kurdistdanê ye. Ji bo Kurdan DAIŞ çi be, Heşda Şabî jî ew e… PKK bi şirîkatî û hevkariya ligel Heşda Şabî hewl dide destkeftên Kurdan hilweşîne û statuya Herêma Kurdistanê xirab bike. PKK ya ku ji bo Serxwebûna Kurdistaneke Yekgirtî di salên 70yan de derketibû rê niha hatiye qonaxa nehiştina destkeftiyên Kurdan û xirabkirina statuya Herêma Kurdistanê û tunekirina wê…”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin