PeyamaKurd- Beriya Civîna Awarte ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê (OIC) ku ji bo nîqaşkirina şewitandina Qurana Pîroz li Swêdê li Ceddeya Erebîstana Siûdî bê lidarxistin, Sekreterê Giştî Huseyîn Îbrahîm Taha derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Huseyîn Îbrahîm Taha, di daxuyaniyê de bal kişand ser nêrîna hevpar a welatên OICê û got ku
"Bêhurmetî û heqareta li dijî Quran û Pêxember, bûyerên îslamofobîk ên asayî ne. Em tekez dikin ku ji bo qedexekirina nefreta olî divê qanûnên navneteweyî werin sepandin."
Taha banga "tedbîrên kolektîf" li dijî bêhurmetî û heqaretên dubare yên li Quranê û Pêxember Muhammed Mustafa kir û bang li welatên endam kir ku li hember bêhurmetî û heqareta li Qurana pîroz û Pêxember rawestin.
Di 28ê Hezîranê de kesê bi eslê xwe Iraqî yê bi navê Salwan Momika, li paytexta Swêdê ya Stockholmê, di bin çavdêriya polîsan de li ber mizgeftekê Qurana Pîroz şewitandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin