PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo ku cara yekemîn pergala nû ya moleta ajotinê derbasî jiyanê bibe, beşdariya xebatên pêşîn ên teknîkî kir. Serokwezîr Barzanî da zanîn ku ev yek ji bo komkirina datayên Kurdistaniyan, dibe bingehek.
Mesrûr Barzanî, îro ligel Wezîrê Karên Navxweyî Rêber Ehmed û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, çû serdana Rêveberiya Çûnehatê ya Hewlêrê. Di vê serdanê de hat ragihandin ku cara yekemîn pergala nû ya dîjîtal a moleta ajotinê li herêmê hat destpêkirin.
Serokwezîr Barzanî, pergala nû ya dîjîtal şopand û di derbarê pergalê de ji berpirsên Rêveberiya Çûnehatê agahiyên bingehîn girtin. Mesrûr Barzanî di derbarê pergala nû de axaftinek kir û got,
“Em ji demekê ve ye ji bo ku vê xizmetguzariyê bi awayekî dîjîtal pêşkêş bikin, dixebitin. Ev jî ji bo komkirina datayên welatiyên Herêma Kurdistanê, dibe bingehek. Ji niha û pê ve em dikarin moleta ajotinê bi awayê elektronîkî encam bidin. Herwaha ev yek dibe bingehek ji bo xizmetguzariyên din jî ku bi awayê elektronîk bên encamdan.”
Mesrur Barzanî, di dawiya axaftina xwe de destxweşî li xebatkarên pergalê kir û da zanîn ku ev qonaxa nû, cihê kêfxweşî û hêviyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin