Borell: Heke em pistgiriya Ukrayna nekin, wê ser di 15 rojan de biqede

Borell: Heke em pistgiriya Ukrayna nekin, wê ser di 15 rojan de biqede

PeyamaKurd - Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ragihand, ger ew piştgiriyê nedin Ukraynayê, wê şerê Rûsya-Ukraynayê di nava 15 rojan de bidawî bibe.

Borell ji malpareke nûçeyan a Îspanî re daye xuyakirin, “Ukraynayî jî di nav de gelek kes dixwazin şer di demeke kurt de bi dawî bibe û wiha got: “Lê ya girîng ew e ku bi çi awayî biqede. Ger em piştgiriyê nedin Ukraynayê, şer wê di nava 15 rojan de biqede. Lê bi vî awayî be, wê Putîn bigihe armancên xwe.”

Herwiha Borrell diyar kir ku rewşa heyî hem ji bo ewlehiya Ukraynayê hem jî ji bo Ewrûpayê metirsîdar e û da zanîn: “Divê em her tiştî bikin, ji bo dema danûstandina di bin şert û mercên ku ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê guncaw in bên dabînkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin