PeyamaKurd – Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên operasyona ser Rojhilatê Firatê dane xuyakirin ku ew vê yekê wekî propagandaya hilbijartinên herêmî dibînin.
Di daxuyaniya hevbeş a hevserokên HDPê de hat gotin, 'Erdogan beriya her hilbijartinekê ji bo hilbijêrên neteweperest di destê xwe de bihêle, polîtîkayên şer dimeşîne.'
'DÊ LI SER PÊKANÎNA AŞTIYÊ BIRÎNÊN KÛR VEKE'
Di berdewamê de hat diyarkirin ku li demeke ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê pêşveçûn pêk tên, divê hêzên navdewletî û hêzên demokrasiyê neyên vê lîstikê û hat gotin, “Ev şerxwaziya Erdogan a ku ji bo propagandaya hilbijartinên herêmî dike, dê encamên gelekî giran bi xwe re werîne û li ser armancên pêkanîna aştiya herêmê birînên kûr veke.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin