48 çekdar hatin kustin

48 çekdar hatin kustin

PeyamaKurd- Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê 48 endamên rêxistina Boko Haramê di operasyonekî de hatin kuştin. Bûyer ji aliyê rêvebirekî leşkerî de hat dayîn ku bûyer li eyaleta Bornoyê çêbûye. Di operasyonê de 3 çekdar jî hatine girtin.

Li heman herêmê 2 roj berê Boko Haram êrîşekî kiribû û di encamê de 2 kes miirbûn û 13 kes birîndar bûbûn.

Bi sedema êrîşên Boko Haramê heya niha li Nîjerya, Çad û hewza wan, ji sala 2009an heya niha li dora 20 hezar kes mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin