PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu doh serdana Diyarbekirê kiribû û piştre jî ji bo beşdariya dawetekê bike derbasî Batmanê bûbû.
Îmamoglu piştî daweta ku ligel Hevşaredarê HDPê Mehmet Demir mehra biraziyê Serokê CHPya Batmanê Huseyîn Yaşar birî, derbarê destdanîna ser şaredariyan û qeyûman de jî daxuyanî dan.
Îmamoglu wiha got: “Ez Serokê İBByê me, ez qet ne mirovekî wisa me ku çavê xwe ji neheqiyê û bêhiqûqiyê re bigirim. Nabim kesekî wiha jî. Ez xwe ji ber bûyereke dûrî wijdanê nadim alî. Ev karê qeyûm şaş e. Ji kerema xwe ji vê şaşiyê vegerin.”
Îmamoglu doh jî li Diyarbekirê serdana mezelê Tahir Elçî kiribû û bi şaredarên HDPê yên ji kar hatine dûrxistin re jî civiyabû.
Îmamoglu herwiha wêneyekî Mustafa Kemal Ataturk diyarî Şaredarê Kayapinar (Peyas) a Diyarbekirê kiribû ku beriya niha heman wêne piştî hilbijartinên 31ê Adarê ji aliyê AKPê ji odeya Îmamoglu ya Şaredariya Stenbolê hatibû daxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin