Serok Barzanî li Hewlêrê bi Eyad Elawî re civiya

Serok Barzanî li Hewlêrê bi Eyad Elawî re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê li bajaroka Selahadîn a girêdayî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, pêşwazî li Serokê Îtîlafa Wetanî ya Iraqê Eyad Ellawî kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtina Serok Barzanî û Eyad Elawî de rewşa dawî ya siyasî li Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û geşedanên dawî yên li herêmê hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin