PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji medya Komara Sirbistanê ya nêzîkî Rûsyayê re got ku welatên rojava mizakereyên Ukrayna yên bi Rûsyayê re qedexe kirine.
Lavrov bêyî ku behsa êrîşên artêşa Rûsya yên berdewam li ser Ukraynayê bike îdia kir ku rojavayî destûrê nadin mizakere bi Ukrayna re dewam bikin û got, “Amerîka û Brîtanyayê Ukrayna kirine alava bazarî û manîpulasyonê.”
Herwiha Lavrov, welatên ewropî bi koma Anglo-Sakson û ketina bin sîwana NATOyê tohmetbar kir û got ku dixwazin Ukrayniyan û welatê me bixin bin kontrola xwe û di qada şer de Rûsyayê têk bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin