Trump: Em dixwazin Kurda biparêzin

Trump: Em dixwazin Kurda biparêzin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku ji Sûriyê vekişin jî dixwazin Kurda biparêzin. Trump weha got:

“Em ê di nava wexteka diyar de ji Sûriyê vekişin. Em ji Sûriyê vekişin jî em dixwazin dewam bikin ku Kurda biparêzin.”

Trump di mijara têkiliyên Kurda û firotina petrolê de bo Îranê weha got:

“Tirkiye ji wan hez nake lê yên din ji wan hezdikin. Firotina wan ya petrolê bo Îranê, kêfa min jê re nehat. Me ji wan xwest ku petrolê nefroşin Îranê. Hevkarên me Kurd petrolê difroşin Îranê. Em ji vê razî nînin. Ji ber vê ez qet bextewer nînim. Dema em bi wan re ne, gelek baş şer dikin. Dema me ji wan re 30 balafirên F-18 şand, ji dema ku me ji wan re neşand bêhtir xweş şer dikirin û me dît. Dîsa jî em dixwazin Kurda biparêzin. Lê naxwazim heya bi heya li Sûriyê em bimînin. Wê derê qûm û mirine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin