Xaniyên serokwezîr û siyasetmedaran sewitandin: 7 mirî û 200 birîndar

Xaniyên serokwezîr û siyasetmedaran sewitandin: 7 mirî û 200 birîndar

PeyamaKurd – Li welatê Asya li Sri Lankayê di xwepêşandanên ji ber krîza darayî de, do di navbera xwepêşandêr û hêzên hukumetê de şeri derket û di encamê de 7 kes mirin û 200 kes birîndar bûn. Her weha xwepêşandêr xaniyê fermî yê serokwezîrê ku do îstîfa kiribû yê Mahinda Rajapaksa û xaniyên wezîr û parlementeran şewitandin.

Li Sri Lankayê bi sedema krîza darayî aramî çênabe. Do li payîtext Colombo terefdarên hukumetê û xwepêşandêrên dijber şer kirin. Hêzên hukumetê bi xazê û ava tazyîqê êrîş birin ser xwepêşandêran. Piştî bûyeran serokwezîr îstîfa xwe da. Hukumetê derketina derve qedexe kir lê xwepêşandêr li wan guhdarî nekirin û derketin kolanan.

Îro hinek aramî li çêbûye lê hukumetê qedexeya derketina derve rojekî dirêj kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin