Hadî Amirî piştgirî da Serokwezîrê Iraqê: Pevçûn çênabin

Hadî Amirî piştgirî da Serokwezîrê Iraqê: Pevçûn çênabin

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî piştrast kir ku di navbera saziyên dewletê û hêzên berxwedana îslamî de bi ti awayî pevçûn çênabe.

Amirî bal kişand ser mijara têkoşîna li dijî gendeliyê û diyar kir ku ev biryareke hevpar a Çarçoveya Hevahengiyê ye, ji ber vê yekê ew piştgiriya temam didin Serokwezîrê Iraqê.

Amirî destnîşan kir ku birêxistinkirina çekan armanceke niştimanî, destûrî û şer'î ye û ji bo avakirina dewleteke bihêz a ku karibe ewlehî û serweriya Iraqê biparêze bingeh e.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê tekez kir ku ev pêvajoya birêxistinkirina çekan ne encama zext an biryareke ji derve ye, lê belê bi temamî biryareke niştimanî û navxweyî ya Iraqê ye.