PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê geşedanên siyasî yên li Iraqê û pêvajoya avakirina hikûmeta nû de daxuyaniyên erênî dan. Trump diyar kir ku ew ji raspardina Elî Zeydî ya ji bo Serokweziriyê dilxweş e û gavên ku li Bexdayê têne avêtin wekî "pir baş" nirxandin.
Hêjayî gtinê ye, Amerîkayê roleke sereke di diyarkirina namzedê nû de lîstiye. Piştî ku Donald Trump bi awayekî fermî li dijî namzediya Nûrî Malikî derket û daxwaza guhertina wî kir, aliyên siyasî yên Iraqê neçar man ku li alternatîfan bigerin. Di encama van fişaran de, "Çarçoveya Hevahengiyê" li ser navê Elî Zeydî li hev kir.
Piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Zeydî bi daxuyaniya Trump bi tenê sînor neman. Beriya sê rojan (6ê Gulanê), Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth bi telefonê peywendî bi Zeydî re kir û piştgiriya leşkerî û siyasî ya welatê xwe nîşan da. Her wiha Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî bi daxuyaniyeke fermî pîrozbahî li Zeydî kiribû.
Elî Zeydî ku di 27ê Nîsana 2026an de ji aliyê Serokkomar Nizar Amîdî ve hatibû erkdarkirin, niha di bin sîbera piştgiriya navdewletî de hewl dide kabîneya xwe ya nû amade bike daku Iraqê ji qeyrana siyasî rizgar bike.