PeyamaKurd- Şêwirmendê Payebilind ê Enerjî û Binesaziyê yê Serokê Amerîkayê Joe Biden Amos Hochstein diyar kir ku piştî peymana sînorên deryayî ya Lubnan-Îsraîl ku encamên wê yên erênî derketin, êdî dema xêzkirina sînorê bejayî jî hatiye.
Amos Hochstein diyar kir ku beriya ji welatê xwe derkeve di dawiya serdana xwe ya du rojî ya ji bo Lubnanê, li Balafirgeha Navneteweyî ya Beyrûtê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hochstein bal kişand ser girîngiya destpêkirina xebatên sondajê yên Lubnanê li zeviyên gazê yên di nav avên axa xwe de di encama peymana xêzkirina sînorên deryayî ku di navbera Îsraîl û Lubnanê de di Cotmeha 2022yan de bi navbeynkariya Amerîkayê hatibû destnîşankirin got ku
"Hatina keştiya sondajê ya di 24ê Tebaxê de nîşan dide ku biryarên pragmatîk ên hikûmeta Lubnanê ji bo wî welatî encamên erênî hene.
Hochstein bal kişand ser niqaş û rageşiya li ser sînorê bejayî yê di navbera Lubnan û Îsraîlê ku di bin kontrola Hêza Aştiyê ya Demî ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) de ye û wiha got: "Piştî xebatên sondajê û derxistina gazê dest pê kir, çarçoveya peymana ku di çarçoveya xêzkirina sînorên deryayî de hatiye destnîşankirin, divê ji ber çavan bê girtin û di heman demê de li ser sînorê bejahî jî were nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin