PeyamaKurd - Çavpêkeftina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya panela sêyê ya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS23) de bi Rojnamevana Navdar a BBCyê Miryem Muşîrî re dest pê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe ya destpêkê de, balê kişand ku gelê Kurd gelek şer dîtine û dizanin ku şer çend xirab û wêranker e û got : "Bila ez ji wê yekê dest pê bikim ku em çend dijî şerî ne û nabe şer ji bo çarekirina arêşeyan bê bikaranîn.
Barzanî wiha berdewam kir : Eger em berê xwe bidin rewşa Xezzeyê, gelo rewşa xelkê wê derê niha baştir e an berî 7ê Cotmehê? Bi dîtina min, bersiva wê gelek ron e. Xelkê sivîl û bêtawan xûkeke gelek giran dide, em şer û êrîşên li ser xelkê sivîl şermezar dikin. Bi dîtina me, divê çareseriyeke aştiyane ji bo her hevrikiyeke take rê be ku ji bo çareseriyan bê şopandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin