Tacikîstan: Em ji bo hevdîtinan, amade ne

Tacikîstan: Em ji bo hevdîtinan, amade ne

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tacikîstanê Siraceddin Muhriddin, li ser qeyrana navbera welatê xwe û Kirgizîstanê ragihand ku ew ji bo dewamkirina hevdîtinan, amade ne.

Wezîr Siraceddin Muhriddin, di axaftina xwe ya ku li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir de bal kişand ser qeyrana ku ji ber pevçûnan di navbera wan û Kirgizîstanê de derketibû û got,

“Em, amade ne ku hevdîtinan berdewam bikin. Baweriya me heye ku em ligel xelkên Kirgiz, di nav aheng, dostanî û aştiyê de û bi hev re bijîn.”

Wezîr, qala peymana lihevkirinê ya ku di 19ê Îlonê de di navbera aliyan de hatibû destnîşankirin kir û got,

“Divê herdu alî jî bi hev re leşkerên xwe û cebilxaneyên xwe yên leşkerî yên daîmî paşve bikişînin. Li herêma sînorî, venêrîneke hevpar hat destnîşankirin. Ji bo ku peymanên li ser hatine lihevkirin, werin pêkanîn, hêzeke hevpar a erkê hat avakirin.

Ya herî girîng jî ew e ku aliyan bi navgînên dîplomatîk li ser çareseriya pirsan li hev kir.”

Wezîr Muhriddin, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji îro û bi şûn ve wan di navbera herdu sînoran de ji bo ji %61ê qadê taslaq pêşve biriye û ew ê bikaribin li ser vê mijarê li hev bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin