Amirî Amerîka tehdîd kir: Iraq dê ji bo wan bibe Vietnama duyemîn

Amirî Amerîka tehdîd kir: Iraq dê ji bo wan bibe Vietnama duyemîn

PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Şiî li Iraqê Hadî Amirî hêzên Amerîkayê tehdîd kiri: “Eger li vê deverê şer bikin, wekî Vietnamê dê li vir jî li tehma têkçûnê binerin.”

Amirî ji rojnameya Independentê re axivi û amaje kir ku Washington ji ber Serokê Amerîkayê Donald Teump lawaz bûye. Hadî Amirî dibêje mafê wan tine ye ku daxwazên xwe li ser gelên din bisepînin. Amirî wisa berdewam kir:

“Trump berî her tiştî bila pirsgirêkên xwe yên bi Kongresê re çareser bike. Eger Amerîka sûdê ji ragêşiyên herêmî wergire, em dê Iraqê li wan bikin Vietnam û wan têk bibin.

Serokê rêxistina Bedrê Amirî di berdewamiya axaftina xwe ev tişt gotin, “em ê destûrê nedin ku Amerîka li dewletên her^mî binere û pirsgirêkan li gorî berjewendiyên xwe çareser bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin