Ûkraynayê bîlançoya saetên destpêkê ya ser eskere kir...

Ûkraynayê bîlançoya saetên destpêkê ya ser eskere kir...

PeyamaKurd – Îro berbanga 24ê Sibata 2022yan bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, artêşa Rûsyayê ji asmanî, bejahî û deryayê ve êrîşeke mezin a dagirkirina Ûkraynayê da destpêkirin.

Rayedarên leşkerî yên Ûkraynayê bîlançoya çend saetên destpêkê ya windahiyên şer eşkere kir û ragihand, heta niha di rûbirûbûna li Rojhilatê Ûkraynayê de 50 leşkerên rûsî hatine kuştin, 6 balafirên Rûsyayê hatine xistin û 4 tank hatine îmhakirin.

Şêwirmendê Serokomariya Ûkraynayê jî ragihandiye ku 40 leşkerên ûkraynî hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûne.

Li aliyê din berpirsên leşkerî yên Rûsyayê kuştina leşkerên xwe, xistina balafiran û ruxandina tankan red kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin